Li ser rêya bejahî ya Xarpêt-Meletiyê, di qezaya trafîkê de 4 kes birîndar bûn.

Mînîbusa karkerên demsalî yên ji Mêrdînê hatibûn Meletiyê tê de bûn, li Xaçerêya Gozelî ya li ser rêya bejahî ya Xarpêt-Meletiyê li wesayitekê qelibî.

Di qezayê de ajokarên wesayitan û karkerên li mînîbusê Yûnûs û Bûrak Vûral birîndar bûn.

4 birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.