Konseya Rêveber a KNK’ê di peyama xwe de hêja dîtina jineke Êzdidî ya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya Cîhanê gi wate û gotîng dît.
KNK’ê ev tişt got: “Layiq dîtina jineke Kurd a Êzidî ji bo xelata aştîyê, xwedî wateyeke giring e û em vê boyerê bi dilxweşî pêşwazî dikin.
Ev xelat, di kesayeta Birêz Nadya Morad de, naskirina Tekoşîna Azadîyê ya Jinên Kurd e, peyama xwedîderketina jinên êsîr yên di destê DAÎŞ’ê de ye, xwedî derketina tekoşîna dijî DAÎŞ’ê ye, xwedî derketina Êzidiyan, xwedî derketina Şingalê ye.”
Konseya Rêveber a KNK’ê di peyama xwe de banga xwedîderketina esîrên di destê DAÎŞ’ ê de, xwedîderketina civaka Êzidî û parastina Şingalê kir û diyar kir ku ev her kesê ye.