Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30ê HEZÎRANÊ 2020 SÊŞEMÎ
Li Amedê saet 14.0 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li Gever û Xakûrkê di encama çalakiyên gerîlla de tirimbêleke artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin û 6 leşkerên dagirker jî hatin kuştin.

&- Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mardîn, diyar kir ku Gelê Başûr, Saddam têk bir, divê li ber dagirkerên Tirk jî rabe.

&- Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz, di 25 û 26ê Hezîranê de, li navçeya Amed Farqînê hin çalakî lidar xistin.

&- Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê li Ordû, Manîsa, Îzmîrê çalakî li dar xist û diyar kir ku wê bi rêbaza Şehîd Zîlan hesabê êrişên dagirkeriyê bipirsin

&- Însîyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan di nava sê rojan de li 11 devaran çalakiyên ji agir lidar xistine.

&- Însîyatîfa Tîrêjên Rojê, ji bo bîranîna şehîdan li Stenbolê tirimbêlên faşîstan şewitandin.