Yekîtiya Ewropayê ji bo ger û geştê destûr da hatina welatiyên 15 welatan ku Kanada û sê welatên Magrebê jî di nav de ne. Yekîtî li ber Tirkiye û DYE’yê rabû.

Sînorên Ewropayê ku ji ber krîza tenduristiyê ya global ji 17’ê Adarê ve girtî ne, ji 1’ê Tîrmehê û pê ve ji nû ve vebûn. Yekîtiya Ewropayê di encama hevdîtinên ‘zor û zehmet’ de lîsteyek ji welatan amade kir ku bi taybetî xwe dispêre pîvanên epîdemiyolojîk. Li gorî lîsteya ku roja Sêşemê hate amadekirin destûr ji 15 welatan re hate dayin ku karibin bên Yekîtiya Ewropayê.

Welatên ku li Yekîtiya Ewropayê û qada Schengenê hatin qebûlkirin wiha ne: Cezayîr, Awûstralya, Kanada, Gurcistan, Japonya, Montenegro, Fas, Zelanda Nû, Rûanda, Sirbistan, Koreya Başûr, Tayland, Tûnis û Ûrûgûay.

Lîste di çarçoveya hin şert û mercan de Çînê jî qebûl dike. Ji bo vê jî şert datîne pêşiya Çînê ku mirovên ji Ewropayê tên li xaka xwe qebûl bike.

Lîste wê du hefteyan carekê ji nû ve bê nirxandin. DYE, Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Tirkiye û Çîn tevlî lîsteyê nehatin kirin.