Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1ê Tîrmehê 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13:00

Bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku divê her kes konsepta nû ya dewleta Tirk bibîne û ti kes nekeve xefka dijmin.

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di salvegera 24’an a çalakiya wê de, Zeynep Kinaci bi bîr anî..

&- Li Heftanîn, Xakurkê û Şemzînanê di encama çalakiyên destanî yên gerîlla de 22 leşkerên dagirker hatin kuştin.

&- Li Heftanê piştî hêzên dagirker ên Tirk niha jî çekdarên PDKê li hemberî hêzên gerîlla bi cîh bûn.

&- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku, li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk divê li ser xeta Zîlan têkoşîn were dayin.