Di demekê de ku piştî George Floyd li DYE’yê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin nîqaş li ser nijadperestî û mêtingeriyê dest pê kir, Cezayîr û Fransayê li hev kirin ku hestiyên lîderên berxwedana berê bên radestkirin.
Bi navê Serokkomarê Cezayîrê Abdulmajîd Tebbûne daxuyaniyek hate dayin û hate bibîr xistin ku di navbera salên 1838 û 1865’an de lîderên ku li dijî mêtingeriya Fransayê li ber xwe dan û hatin kuştin, serê wan hatibû jêkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kiloxê lîderên berxwedanê wê radestî welatê wan bên kirin. Li gorî daxuyaniyê kiloxê 24 kesan wê îro nîvro bigihînin paytext Cezayîrê.
Cezayîr di sala 1830’î de ji aliyê Fransayê ve hatibû dagirkirin û di encama têkoşîna serxwebûnê ya navbera salên 1956 û 1962’an de bi Peymana Evîansê re serbixwe bûbû.
Hestiyên ku wê îro bên radestkirin, ji bo nebin ‘sembola berxwedanê’ li herêmên cuda yên ji aliyê Fransayê ve hatibûn dagirkirin, hatibûn bicihkirin. Herî dawî li depoyeke li muzeya bi navê Musee de l’Homme ya li Parîsê hatibûn hiştin. Lê belê Cezayîrê 56 sal piştî serxwebûnê di sala 2018’an de daxwaza radestkirina hestiyan kiribû.