Beriya 4 salan, îro li bakurê Kurdistanê serhildanên ji bo Kobanê destpêkirin.Di vê rojê de her der bûbûn qadên berxwedanê.

Ji 15’ê Îlonê û şûnde li dijî Kantona Kobanê êrişên dijwar destpêkirin.Çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê AKP dagirkirina Kobanê ji xwe re kirin hedef.

Şervanên YPG û YPJ’ê li dijî êrişên hovane berxwedanek dîrokî nîşan dan. Ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re li ser xeta sînorê Pirsûsê çalakiya nobetê hat destpêkirin.

Însiyatîfa gel a Kurdistanê û hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî heman wextan banga çûyîna ser sînorê Kobanê li gel kirin.

Ji Cotmehê û şûnde jî çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe yî li ser Kobanê zêde kirin. 5’ê Cotmehê çeteyan Kobanê dagir kirin û şerekî dijwar destpêkir. Heman rojê birayê Rêberê Gelê Kurd Mehmet Ocalan li girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Ocalan di vê hevdîtinê de gotibû ewê li dijî DAIŞ’ê heta dawî li ber xwe bidin û li kuderê kurd hebin divê li wê derê berxwedan hebe. Li ser vê yekê li bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes bi dirûşmeya ‘Her der Kobanê her der Berxwedane’ rabûn serhildanê.

Ev çalakî di demeke kin de li tevahiya Tirkiye û Ewrûpayê belav bû. Û her dever veguherandin qadên berxwedanê.
Kurdistaniyên li Ewrûpayê berê xwe dan ber parlamentoyan û Ji Avrûpa xwestin zextê li Tirkiyê bike ji bo ku piştgiriyê nede çeteyan.

6’ê Cotmehê jî ji Cizîra Botan heta metrepolên Tirkiyê çalakiyên girseyî pêk hatin. Lê hukumeta AKP’ê wekî çeteyên DAIŞ’ê li bakurê Kurdistan û Tirkiyê dest bi komkujiyan kirin. Li Gimgim, Bazîd, Îdir, Kop, Melazgir, Wan, Erdîş, Elbak û Bêgirê êrişên hovane çêbûn. Ji Amedê heta Erziromê gel li ber xwe da.

Xelkê Nisêbîn û Cizîra botan xwe li sînor dan û derbasî Rojava bûn.Ev serhildan belavî başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bûn.
Ji 6’ê Cotmehê şûnde serhildana gel 3 rojan bi şev û roj dewam kir.Li Kurdistanê avahiyên dewletê yên fermî û wesayîtên wan hemû hatin şewitandin. Û polîs ji wesayîtên zirxî nikarîbûn derkevin. Li gelek deveran jî polîsan xwe ji bajêr vekişandin.

Çeteyên AKP’ê ji bo ku bersivê bidin vê serhildanê komkujî pêk anîn. Di nava 3 rojan de 43 welatparêzên kurd hatin qetilkirin û zêdetirî 2 hezar kes jî hatin binçavkirin.
AKP û rayedarên wê li Çewligê jî serî li provokasyonê dan.Roja 9’ê Cotmehê li bajêr 2 polîsên xwe kuştin û ji bo ku sûc bavêjin ser gel 4 welatparêz qetil kirin.

Tevî hemû êriş û provokasyonan jî gelê kurd serî li ber zilma AKP’ê netewand. Vê serhildanê hişt ku tevahiya cîhanê dengê Kobanê bibihîze. Ji bo vê yekê jî 1’ê Mijdarê li tevahiya cîhanê wekî Roja Kobanê hat îlankirin.