Parêzer Mûstafa Kemal Gungor diyar kir ku AKP bi ‘baroyên cihê’ re dixwaze ji xwe re gulistanên bê strî ava bike. Gungor bal kişand ser vî tiştî ku wê têkoşîna parêzer û baroyan bidome.

Parêzer Mûstafa Kemal Gungor projeya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ‘baroyên cihê’ û pûçkirina baroyan ji ANF’ê re nirxand.

Gungor diyar kir ku guherîna wê di qanûna parêzertiyê û baroyan de pêk were, ji bo parastinê wê rewşeke xerab ava bike. Gungor ku, “Sermesele 48500 endamên baroya Stenbolê hene. Li gorî guherînê 2 hezar parêzer werin ba hev wê karibin baroyekê ava bikin. De ka ji xwe re hesap bikin ji 2 hezara wê çend baro ava bibin li Stenbolê. Ev pergal hewl dide baroyan parçe bike. Dixwazin baroya nêzî desthilatdariyê, baroya nêzî cemaaetê û ya nêzî fikra siyasî were avakirin. Ev jî nayê qebûlkirin. Bi vê gavê re wê xweseriya darizandinê û bêalîbûna wê jî biguhere û ev jî problemeke mezin e. Bi vî awayî wê hin baroyên alîgirên desthilatdariyê ava bibin, ev jî hewldaneke xetere ye.”

Parêzer Mûstafa Kemal diyar kir ku ev hewldan berê jî çend caran ketiye rojeva raya giştî û got ku “Desthilatdariyan kîngê dest bi hewldanên li dijî hiqûq û mafên mirovan kirin, baroyan îtîraz kirine. Berê jî ev tişt 3,4 caran hatibû rojevê. Ev tişt ne ji bo baroyan bi tenê ye, ji bo odeyên pîşeyî jî wisa ye. Dixwazin hêza saziyên pîşeyî parçe bikin û pêşiya muxalefetê bigirin.”

Parêzer Mûstafa Kemal diyar kir ku li ber wan rêyeke dirêj heye û got ku “Wê parastina me bidome. Di dawiya dawîn de parêzer û baro ji bo azadiya mafan nûnertiyê dikin. Parastin xweser e  û divê xweser be. Hewldanên ku dixwaze serbixwebûn û xwerseriya parêzer û baroyan biguherîne, divê were bidawîkirin. Wê ev têkoşîn bidome, hemû parêzer jî ligel serokên xwe yên baroyan in. AKP dixwaze gulistaneke bê strî ava bike lê ev tişt ne pêkan e.”