Leşker Dagirker gundiyên Licê tehdîd diken

Leşker Dagirker gundiyên Licê tehdîd diken

Nêzî hefeteyek li bejahiyên navçeya Licê ya Amedê operasyonên leşkerî didomin. Gef li gundiyan tên kirin ku ji mal û gundên xwe dernekevin.

Operasyona li Licê di roja 6’an de dewam dike. Operasyona ku roja Yekşemê destpêkirî, taxên Kormik, Barav, Mizag û Spenî yên li bejahiyê jî li xwe digire.

Li gel operasyona bi desteka hewayî Walîtiyê jî roja Pêncşemê 65 gund û gundikên dikevin navçeya Licê û Dêra Hênê qedexe ragihandibû.

Operasyon bi taybet li Bîrlik, Şenlik û Spenî yên girêdayî Lîcê zêde bûye. Ketin û derketina gundiyan hatiye qedexekirin, leşkerên li taxan hatine bicihkirin, heqaret li welatiyan dikin û gefan lê dixwin.

Leşkerên girêdayî rejîma Erdogan, gefan li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin. Hate ragihandin ku li gundan hinek kes jî hatine destgîrkirin.

NAVNÎŞANÊN ME