Herêma herî zêde lêhî lê bandor bû herêma Kûmamoto ye. Serokwezîr Shînzo Abe hişyarî da ku dibe barana zêde heta roja Çarşemê ber bi rojhilat ve biçe û herêmeke berbelav li xwe bigire. Serokwezîr bang li gel kir ku hê baştir baldar bin.

Rayedarên herêmî ragihandin ku ji ber barana ji roja Şemiyê û vir ve li girava Kyûshû ya dikeve başûrê rojhilatê heta niha derdorî 50 kesî mirine. Agahiya heta niha 13 kes hê winda ne.

Ji ber şertên xedar ê hewayê helîkopter jî nikarin li peravê bigerin. Ji ber hilweşîn û xirabûna hinek piran û rêyan têkiliya bi hinek cihan re qût bûye.

Li gorî çepemeniya Japonyayê li cihên herî zêde ziyan ber ketî nivîsên weke ‘Birinc, av û SOS’  banga alîkariyê tên kirin.

Saziya Meteorolojiyê ya Jeponyayê ji ber barana ku wê heta roja Sêşemê li Kûmamoto û Kagoshîma dewam bike, daxwaz kir ku 500 hezar kes malên xwe vala bikin.