Îro Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya dest bi karkirina Berhem Salih a Serokkomariya Iraqê, pîrozbahî lê kir.
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di peyama xwe de pîrozbahî li Berhem Salih kir ku bûye Serokkomarê Iraqê û wiha got; “Bê guman di nava Iraqek bi şer û hevrikê re derbas dibe û heya niha rewşek aram û aştiyane nekariye rune. Ji bo bingehdanîna Iraqek demokratik erkê we girene. Ji bo bingehdanîna Iraqek bê cûdahî, dûrê pêşbazî, cûdahiya mezhebi û tayfî li ser bingehê jiyana bihevre û aştiyane erkek mezin dikeve ser we.”
Tevgera Azadî di dawiyê de pîrozbahî li Berhem Salih kir û daxwaza serkeftin ji bo wî, ji bo jiyanek aram û azad ji tevahiya Iraqê bi hemû pêkhateyên wê re xwest.
Di şeva 2’ê Cotmehê de Parlamentoya Iraqê bi dengên herî zêde Dr. Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê hilbijart.