Li Nîjeryayê di encama êrişeke çeteyên Îslamî yên radîkal de bi dehan leşker mirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin wergirtin, komeke ku tê texmînkirin endamên Boko Haram in li bakurrojhilatê welêt êriş kir.
Êriş li nêzî bajarê Maîdûgûrî yê eyaleta Bornoyê pêk hat ku çeteyên Boko Haram ên ser bi DAÎŞ’ê lê bi bandor in.
Li gorî çavkaniyên xwecihî herî kêm 23 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.