Li Stenbolê, polîsên Tirk bi hevdemî avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin.

Li gorî agahiyan, li navçeyên Esenyûrt, Esenler û Başakşehîrê, polîsan avêtin ser gelek malan.

Di terora serdegirtinê de deriyên malan hatin şikandin. Kesên hatin destgîrkirin jî birin Midûriyeta Emniyetê ya li Vatanê. Li ser hejmara kesên hatin destgîrkirin agahî bi dest neketin. Hinceta serdegirtinê jî nehate eşkerkirin.