Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ciwanên Kurd êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîd şermezar kirin. Bi vê armancê meşiyan.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Ciwan roja Pêncşemê li kolana herî qelebalix a Bordeaûxê li hev civiyan û meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û TCŞ’ê hatin hildan.

Ciwanan dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bijî Serok Apo” qîriyan û sirûda Çerxa Şoreşê gotin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya têkoşîna şoreşgerî ya li dijî faşîzmê.