Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10ê TEMMUZÊ 2020 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&-Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bire rojeva parlamena Tirkiyê.
&- Hêzên gerîlla li Heftanîn, Xakûrk û Çelê çalakî lidarxistin, di çalakiyan de 4 leşkerên dagirker hatin kuştin.
&- Operasyona hêzên Artêşa Tirk ya dagirker ku beriya du rojan li bejahiya navçeya Mêrdîn Nisêbînê dabû dest pê kirin, bi dijwarî dewam dike.
&- Însîyatîfa Zarokên Agir, li Dîlok, Kocaelî û Balikesîrê çalakiyên ji agir lidar xistin.
&- Hêzên çekdar yên PDKê, li bajarokê Başûrê Kurdistan Dûkanê, li pêşiya kampanya derxistina dagirkerên Tirk ji Başûr, dibin asteng.
&- Rojnameya Brîtanî “The Telegram” di manşeta xwe de got, “Pênasekirina Kurdan weke terorîst bêedaletî ye.