Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya (ANL) Ehmed El Mismarî ragihan ku dewleta Tirk û hêzên Hikûmeta Mûtabakat a Netewî (HMN) a girêdayî wê ji bo êrîşî bajarê Sirte û Cûrfa bikin amadekariyê êrîşan dike û got: “Di saetên pêşiya me de em ê bibin şahidê şerekî mezin.”

Berdevkê ANL Ehmed El Mismarî ragihand ku hêzên HMN’ê ber bi herêma Sirte û Cûfrayê ve ketine tevgerê û got: “Di saetên pêşiya me de em ê bibin şahidê şerekî mezin ê li Sirte û Cûfra yê.”

Berdevkê hêzên HMN’ê Muhammed Kanûnû jî îro daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew ê bajarên petrolê ên mîna Sirte û Cûfrayê bistînin û got: “Em ber bi bajarên ku ji destê me hatibûn girtin ve diçin. Em ê serweriya dewletê li ser hemû xaka xwe pêk bînin.”

Serokkomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê dabû ku yekser tevlî şerê Lîbyayê dibe û hişyarî kiribû “Ew ê yekser mudaxeleyeke leşkerî bikin.”

Dewleta Tirk li Lîbyayê piştgiriyê dide desthilatdariya navendî ya Trablûsê ya ku Biraderên Misilman serwer in. Tirkiye ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bin pê dike.

Parlementoya li rojhilatê Lîbyayê serwer e got ku, “Ji bo têkbirina Tirkiyeya dagirker û parastina ewlekariya neteweyî ya hevpar, em ji bo hewldanên hevpar ên di navbera welatên cîran Lîbya û Misirê de bang dikin.”

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Gefên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk welatê me di serî de, li ser Misir û welatên cîran jî gefê dixwe.”