Nûray Çevîrmen a ÎHD’î diyar kir ku dema dawî li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û gelek caran serî li wan hatiye dayin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen bal kişand ser asta metirsîdar a binpêkirina mafên mirovan. Çevîrmen bi bîr xist ku gelek girtî di greva birçîbûnê de ne, ji girtîgehan gelek serlêdan li ÎHD’ê tên kirin. Çevîrmen anî ziman ku serjimartina li ser piyan û astengkirina mafê ragihandin, bi gelek awayî zext li girtiyan tê kirin û diyar kir ku ji ber vê yekê li Herêma Anatoliya Navîn li deverên cuda grevên birçîbûnê dest pê kiriye.

Çevîrmen bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê, ji ber ku parçeyê şarapnelê ji lingê girtiyekî nayê derxistin û wî nabin nexweşxaneyê, greva birçîbûnê dest pê kiriye. Çevîrmen ragihand ku ji ber şewbê binpêkirina mafên mirovan jî zêde bûye û got, “Li girtîgehan jiyan êdî cuda ye. Girtî li odeyan tecrîdkirî ne. Mixabin ti çalakiyeke civakî nayê pêkanîn. Dema dawî ji Bolûyê gelek serlêdan hate kirin.

Li heman girtîgehê, girtî nikarin pirtûkan bişînin. Şandina bi koliyan li wan ferz dikin ku ew jî gelekî buha ye. Malbatên ku rewşa wan a madî nebaş e, tengav dibin. Nedana nameyan, nebirina nexweşxaneyê, nedana dermên û gelek pirsgirêkên bi vî rengî derdikevin pêşiya girtiyan.”

MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN

Çevîrmen diyar kir ku di serdegirtina malan de, di dema daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyan de mafên mirovan gelekî tê binpêkirin û got, “Bi taybetî êşkenceya di dema destgîrkirinê de zêde bûye. Çawa ku di çapemeniyê de jî hate weşandin, bi kûçikan jî êşkenceyê dikin. Ev rewş êdî hertimî bûye. Di dema destgîrkirinê de li malê yan jî li deverên destgîrkirinê êşkence li mirovan tê kirin, li wan dixin.”

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ragihand ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe û divê tavilê bên berdan. Çevîrmen bi bîr xist ku li girtîgehan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û got, “Gelek mirovan li girtîgehê ji ber ku tedawî nebûn yan jî dema ku gihîştin ber mirinê hatin berdan, jiyana xwe ji dest dan. Bi taybetî rewşa girtiyên nexweş rewşeke lezgîn e.”

Çevîrmen destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan û got, “Li girtîgehan êdî gelek mirov jiyana xwe ji dest didin. Ev mirov tevî ku nikarin li wir bijîn, nayên berdan. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Dewlet divê tavilê giraniyê bide ser vê mijarê. Pêwîste girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”