Amadekariyên ji bo meşa 17-18’ê Tîrmehê ya ji bajarê Celle heta bajarê Hannoverê bê lidarxistin, dewam dikin. Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) jî bi daxuyaniyekê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.

Meşa ku ji aliyê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat ve tê lidarxistin, wê di navbera 17-18’ê Tîrmehê de ji bajarê Celle heta Hannoverê bidome.

Têkildarî mijarê Navenda Çanda Êzidxanê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de bang li dewletên yekbûyî hate kirin ku Êzidiyan û Xweseriya Şengalê nas bikin.

NÇÊ’yê bal kişande ser êrîşên Tirk ên li ser Şengalê, Başûrê Kurdistanê û diyar kir, “Li hemberî van êrişan em ê ti carî bêdeng nemînin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dinya hemû li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, lê belê dewleta Tirk li dijî Kurdan şer dike û li dijî vê dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk bang kir.

NÇÊ meşa 17-18’ê Tîrmehê ya ji Celle heta Hannoverê bi bîr xist û ev bang kir:

“Em NÇÊ jî piştgirtiya vê meşê dikin û bang li hemû Ezîdiyan -Kurdan û kesên demokrat ê derdora Hannover dikin ku tevlî vê meşê bibin ta ku statûya Şengalê were qebûl kirin û pêşî li fermanan were girtin.”