Siyasetmedar-rojnamevanê Kurd ê li Misrê Ehmed Şêxo destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê, helwesta Misrê ya li dijî vê yekê, projeya dewleta Tirk a Îxwani Muslîm, hewldana dorpêçkirina Ereban û tifaqa Kurd-Ereban ji ANF’ê re nirxand.
Hevpeyvîna bi siyasetmedar-rojnamevan Ehmed Şêxo wiha ye:
Em bi pirseke giştî dest pê bikin. Dewleta Tirk salên dawî ji Iraqê het Sûriyeyê, Lîbyayê û Yemenê li cografyaya Ereb destwerdanê dike. Sedema vê destwerdanê çi ye?
Dema ku mirov bala xwe didin ser rabirdûya têkiliyên Ereb-Tirk, dibînin ku Tirkan li nava artêşên Ereb mîna ‘leşkerên bi berdêla pereyan şer dikin’ cih girtine û têkiliyê bi vî rengî dest pê kiriye. Ji xwe misilmantî jî bi vî rengî qebûl kirin. Ev qebûlkirin bi esasî qebûlkirineke siyasî û leşkerî bû. Di dema Abasiyan û Memlukan de rewş bi vî rengî bû. Tirk piştî ku tevlî artêşên van hêzan bûn, dan nava herêmên Ereban.
Di sedsalên piştre de Tirk bi piştgiriya mezin a Kurdan bi şerê Malazgîrtê re xwe gihandin ber deriyê Anatoliyê û bi vî rengî hêdî hêdî li Anatoliyê bi cih bûn, dest bi çêkirina hegemonya xwe kirin.
Di dema Yavûz Sûltan Selîm de jî Osmaniyan ji bo karibin li cografya Ereb hegemonya xwe ava bikin dest bi êrişan kiribûn. 24’ê Tebaxa 1516’an piştî ku Yavûz di şerê Mercîdabikê de bi ser ket hingî deriyên cografya Ereban li Tirkan vebû. Vê zext û serweriyê 500 salî dewam kir. Lê belê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de piştî ku Osmanî têk çûn, Tirk neçar ma ji vê cografyayê vekişin. Bi saya tifaqa ku bi Kurdan re kir, karîbû xwe li Anatoliyê bigirin, lê bimînin. Çawa ku bi saya tifaqa bi Kurdan re deriyên Anatoliyê li Tirkan vebûn, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî bi saya tifaqa bi Kurdan karîbû li Anatoliyê bimînin. Lê belê tê zanîn ku piştî avabûna komarê polîtîkayên înkarkirina Kurdan dest pê kir.
Dewleta Tirk niha dixwaze ji nû ve li cografyaya Ereb vegere ku Osmanî lê têk çû û neçar ma xwe jê vekişîne. Sûriyeyê jî ji bo vê yekê weke derî dibîne. Lewma 24’ê Tebaxa 2016’an di salvegera şerê Mercîdabikê de li Cerablûsê gava destpêkê avêt ku herêma Dabikê li wir e. Ya rast ev gav piştî 500 salî gava destpêkê ya Osmaniyên nû bû ku li cografya Ereban avêtin.
20 salên dawî di navbera dewleta Tirk û welatên Ereb de têkiliyeke germ hebû. Heta pêvajoya ku jê re Bihara Ereb hate gotin. Lîderên ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan berê ji bo wan digot ‘dostê min’ bi Bihara Ereb re yek bi yek çûn…
Têkiliyên navbera dewleta Tirk û dewletên Ereb di sedsala dawî de qet ne germ bû. Lê belê sala 1998’an piştî ku Rêber Apo bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, bi navbeynkariya hêzên navneteweyî têkiliya navbera dewleta Tirk û dewletên Ereb sererast bû. Ya rast ev yek gava destpêkê ya destwerdana li cografya Rojhilata Navîn û Ereb bû. Dewleta Tirk bi gelek amûrên hêza nerm mîna radyo, televîzyon, sînema, rêzefîlm û tûrîzmê kete cografya Ereban. Di nava raya giştî ya Ereb de atmosfereke welê hate afirandin ku li Tirkiyeyê desthilatdariyeke Îslamî heye û bi Ereban re dikare ji nû ve têkiliyên baş deyne. Lê belê sala 2011’an bi Bihara Ereb re eşkere bû ku ev polîtîkaya dewleta Tirk projeyeke navneteweyî ye.
Di heman demê de xeyalên Osmaniya nû yên dewleta Tirk jî hatin dîtin…
Belê, lê belê pênasekirina Osmaniya nû dibe ku ji rewşê re nebe bersiv. Ji ber ku ast û piştgiriya vê yekê ya qada navneteweyî heye. Xeta Îxwanî Muslîm, DAÎŞ, El Qaîde, El Nûsra heye ku van formên Îslamî yên tundrew bi kar tîne. Ev yek projeyeke navneteweyî ye û xwedî piştgiriyeke mezin e.
Hûn li Misrê ne ku weke dilê raya giştî ya Ereb tê dîtin. Ev rewş li nava raya giştî ya Ereb çawa tê pêşwazîkirin?
Rewşenbîr û raya giştî ya Ereb di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk beriya sedan salî çawa Îslam bi kar anî be, niha jî bi destê rejîma Erdogan dixwaze vê bike. Ji ber ku Osmaniyan Îslamiyet gelekî zêde bi kar anîn. Îro jî Erdogan dixwaze bi kar bîne. Ev aliyê xwe yê olî ye. Aliyê xwe yê neteweperestiyê jî heye. Di wî alî de jî raya giştî ya Ereb di wê baweriyê de ye ku dewleta Tirk Ereban terorîze dike, dike çete û weke leşkerên bi pere dide şerkirin. Her wiha fikrekî welê jî heye ku dewleta Tirk Ereban parçe dike û bi rêya vê yekê hewl dide bi kar bîne.
Bêguman mirov nikare raya giştî ya Ereb bi rengekî hevgirtî bibînin. Hêz û derdorên Îxwanî ji kiryarên dewleta Tirk gelekî razî ye. Lê belê welatparêz û çîna serdest a Ereb ji kiryarên dewleta Tirk gelekî aciz in.
Welatparêzên Ereb di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk hewl dide wan dorpêç bike. Baregehên dewleta Tirk ên li Qatar, Somalî, Lîbya, Sûriye û Lîbyayê ji bo vê yekê mînak nîşan didin. Her wiha gavên dewleta Tirk ên li Yemenê bi ser Îxwan dixwaze biavêje jî dibînin. Li gorî îdeolojiya fermî ya Ereban, Îxwan ti carî weke tevgereke welatparêz nehate dîtin. Îxwan weke projeyeke sîstema navneteweyî tê dîtin.
We gotin ku dewleta Tirk dixwaze cografya Ereb bi rêya Îxwan dorpêç bike. Baş e berxwedêriya Ereb a li dijî vê yekê çi ye? Her wiha Îxwan ewqasî xurt e?
Mirov dikarin civaka Ereb weke; welatparêzên Ereb, neteweperestên Ereb ên ku 50-60 sal in li ser desthilatdariyê ne û Îxwanî Muslîm pênase bikin. Dîroka Îxwan digihêje salên 1927-28’an û weke projeyekê li bajarê Îslamiye yê Misrê ji aliyê îstîxbarata Brîtanyayê ve hate organîzekirin. Hêzeke xwe ya welê mezin nîne ku tê nepixandin. Mesela piştî Bihara Ereb li gelek welatan di hilbijartina duyemîn de hêza xwe winda kir. Mînak; partiya Îxwanî ya li Lîbyayê Partiya Edalet û Avakirinê di hilbijartinên 2012’an de 10 ji sedî yê dengan wergirt. Lê belê di hilbijartinên piştre de kêm kir. Lê nexwestin ku dest ji desthilatdariyê berdin. Ji xwe destpêkirina şer jî hinekî ji ber vê sedemê bû. Li welatên din jî tiştên dişibin vê yekê bûn.
Mînak; li Misrê salekê li ser desthilatdariyê man, lê belê civaka Misrê rûyê rast ê Îxwan dît. Ji bo wan; demokrasî, mafên mirovan, her wiha Îslam bi xwe ji bo bidestxistina desthilatdariyê amûreke. Armanca wan a bingehîn bidestxistina desthilatdariyê bû. partiya El Beşîr a li Sûdanê, Hamas a li Fîlîstînê, Tevgera Nahda ya Raşîd Ganûşî ya li Tûnisê jî weke mînak ji bo vê yekê dikare bê nîşandan. Her wiha Tayyîp Erdogan û partiya wî jî mînakeke vê yekê ne.
Em bên ser meseleya Lîbyayê. Serokkomarê Misrê Sîsî bajarên Sîrte û Cûfra weke ‘xeta sor’ destnîşan kir û piştre Wezîrê Parastinê yê Tirk serdana Lîbyayê kir. Piştî van hemûyan ‘balafirên nediyar’ li hêzên Tirk û sîstema hewayî ya li Bargeha El Vattiyeyê xistin. Bi dîtina we ev êriş ji aliyê kê ve hate kirin û peyameke çawa da?
Bi dîtina min di vir de hedefkirina hêzên Tirk ne tiştekî ku Rûsya, Fransa yan jî Misir bi tena serê xwe bikin. Bi pênaseke rast, mirov dikare bêje ku sîstema navneteweyî sînorek danî pêşiya dewleta Tirk. Lîbya niha bûye du parçe. Sînorê vê yekê yê rojhilat jî weke Sîrte û Cûfra hate destnîşankirin. Dewleta Tirk niha li vê herêmê zêdegaviyê dike. Lê belê wezîfeyeke Misrê heye ku wî sînorî destnîşan bike. Ji xwe Serokkomarê Misrê ew der weke xeta sor îlan kir. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, hingî mirov dikare êrişa El Vattiyeyê weke sînordanîna li pêşiya dewleta Tirk binirxînin.
Ji xwe destwerdana Tirkiyeyê ya li Lîbyayê ne tiştekî ku karibe bi tena serê xwe bike. Planeke veşartî ya dewleta Tirk hebe jî di dawiya dawî de artêşa Tirk ji bo wezîfeyekê li wir e. Ew wezîfe jî ji bo kêmkirina bandora Rûsya û Çînê ya li Bakurê Efrîkayê ye. DYE hewl dide Çînê û Rûsyayê di hevsengiyekê de bihêle. Vê yekê jî bi rêya dewleta Tirk dike.
Ji vir û pê ve ev yek girîng e: Gelo dewlet û rejîma Tirk peyama li El Vattiye hate dayin wergirt an na? Yanî sînor qebûl kir an qebûl nekir?
Bi dîtina we Tirkiyeyê ev sînor qebûl kiriye?
Dewleta Tirk heta niha pêwîstiyê bi bersivdana li vê êrişê dibîne. Eger bersivê nede wê demê peyam wergirtiye û qebûl kiriye. Bêguman ya kêm dibe ji îmaja Erdogan kêm dibe. Erdogan niha hewl dide fêhm bike ku yê sîle li rûyê wî xistiye kî ye û asta wê hêzê dixwaze fêhm bike. Li gorî mejiyê Erdogan ev sîle divê bê bersiv nemîne.
Gelo ji niha û pê ve li şûna şerê wekaletê wê şerê yekser ê dewletan dest pê bike?
Niha her du alî jî hêzên xwe qewîn dikin. Dewleta Tirk Hikumeta Mutabaqata Neteweyî (HMN) xurt dike, Misir jî hêzên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) qewîn dike û eşkere kir ku wê çekan bide eşîran. Dibe ku artêşên her du welatan yekser li hemberî hev şer nekin, lê belê eger her du alî di nêzîkatiya xwe de israr bikin wê şer giran bibe.
Rêya çareseriya siyasî nîne?
Ji bo çareseriya siyasî niha hin hêz li ser jinûve dîzayneke bi rengê dewleteke federal a ji navendên Trablûs, Tobrûk û Fîzanê radiwestin. Her wiha qala 3 bankayên cuda tê kirin ku hatineyên petrolê biherikin nava wan. Ji ber ku qadên petrolê hemû niha di destê hêzên Hefter de ne. Lê belê banka û peymanên li ser hatineyên petrolê di destê hêzên HMN de ne. Petrol niha nayê firotin. Ji bo petrol ji nû ve biherike çareseriya siyasî şert e. Lê belê çareseriyeke ku ANL, HMN, Tirkan, Misrê, DYE, Fransa, Rûsya û gelek hêzên din kêfxweş bike, niha zehmet dixuye. Yanî di navbera lêgerînên çareseriyê yên aliyan de cudahiyeke mezin heye.
Helwesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser Lîbyayê beriya çend mehan eşkere nebû. Lê belê mehên dawî bi rêya NATO’yê bi rengekî eşkere piştgirî dan HMN. Ev rola DYE’yê divê çawa bê dîtin?
DYE di ser dewleta Tirk, di ser Misrê û di ser Fransayê re li Lîbyayê ye. Ji ber ku ev hemû parçeyên cuda yên heman sîstemê ne û serkêşê wê sîstemê jî DYE ye. Ji ber vê yekê DYE wê hewl bide vê pozîsyona xwe heta dawiyê bi kar bîne. Mînak, Fermandariya Efrîkayê ya DYE’yê serdana HMN kir û piştgiriya eşkere ya NATO’yê jê re ragihand. Lê belê heman DYE’yê destek da Belavoka Qahîreyê ku Misrê ji bo çareseriya siyasî ya Lîbyayê pêşkêş kir.
Artêşa Misrê beriya çend rojan li ser sînorê Lîbyayê tetbîqateke mezin a leşkerî kir. Eger dewleta Tirk xeta sor a Misrê ya li Lîbyayê binpê bike wê mîna li Yemenê Koalîsyona Ereb ji bo Lîbyayê jî bê avakirin?
Di pratîkê de ji xwe koalîsyonek heye ku Misir, Erebistana Siûdî û Îmaratê têkildarî Lîbyayê ava kirine. Ji bo ev bê berfirehkirin û hin welatên Ereb jî bên tevlîkirin hevdîtinên dîplomatîk dewam dikin. Bi banga Misrê civîna Wezîrên Karên Deve ya Lîga Ereban pêk hat. Her wiha bi banga Fransayê civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê pêk hat. Dema ku ji vî alî ve bên nirxandin wê bê dîtin ku li dijî polîtîkayên belavker ên dewleta Tirk gavên nû tên avêtin.
Lê belê divê ev yek jî neyê jibîrkirin. Têkiliyên bazirganiyê yên welatên Ereb û welatên Ewropayê bi dewleta Tirk re dewam dikin. Belê, di navbera wan de nakokî hene, lê belê têkilî qut nebûne.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk beriya çend rojan ji bo agirbesta li Lîbyayê şert danî ku divê hêzên ANL’ê xwe ji bajarên Sîrte û Cûfrayê vekişînin. Piştre Meclîsa Nûneran a Lîbyayê Misir ji bo destwerdana leşkerî bi rengekî fermî vexwend. Berdevkê ANL’ê diyar kir ku artêşa Tirk û hêzên HMN’ê ji bo êrişeke mezin ketine nava liv û tevgerê. Li gorî vê yekê mirov dikare bêje ku şer dest pê dike?
Her du alî amadekariyên xwe yên dawî dikin. Dewleta Tirk gelek çete li ser sînorê Sîrteyê bi cih kir. Her wiha liv û tevgera balafirên keşfê heye. Weke ku min beriya niha got, Erdogan li Sîrteyê gelekî zorê bide. Ji ber ku ew der herêma petrolê ye. Li aliyê din aqûbeta peymana ku bi HMN re li ser Derya Spî îmze kiriye, bi wergirtina Sîrteyê ve girêdayî ye. Her wiha wê hewl bide bersiva sîleya ku li El Vattiye xwariye bide. Ji ber vê yekê neyê mezinkirin jî dibe ku şerek rû bide. Dibe ku piştî şerekî wiha hêzên navneteweyî dest li herêmê werdin û biçin maseya çareseriyê.
Gelo şert û mercên heyî tifaqeke stratejî datîne pêşiya Kurd û Ereban?
Şerê Kurdan ê gerîla yê li dijî DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya DAÎŞ’ê dike, her wiha berxwedana YPG û YPJ’ê li raya giştî ya cîhanê deng veda, li nava gelê Ereb jî deng veda. Ji xwe avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) mirov dikare weke tifaqa Kurd-Ereb û gelên din bibînin. Di dawiya dawî de tifaqa Kurd-Ereban tifaqa dewleta Tirk-DAÎŞ’ê têk bir. Dewleta Tirk çawa ku niha çeteyên ji ber DAÎŞ’ê mane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, van derbasî Lîbyayê jî dike û li dijî gelê Ereb jî bi kar tîne. Hewl dide tolê ji tifaqa Kurd-Ereban hilîne.
Êrişên dewleta Tirk ên bi serkêşiya Erdogan, Kurd û Ereban bêhtir nêzî hev dikin. Destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê, kir ku raya giştî ya Ereb hîn bêhtir Kurdan fêhm bike. Ji xwe gelek welatên Ereb li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan.
Her wiha projeya biratiya gelan û felsefeya neteweya demokratîk a bi pêşengiya siyaseta Kurd li nava raya giştî ya Ereb gelekî balê dikişîne. Ev siyaset bi Kurdan dide qezençkirin. Lê belê li aliyê din siyaseta hin hêzên Kurd ên bi rêya neteweyeperestiyê dimeşîne, vê têkiliyê lawaz dike. Lê belê li cografya Ereban ji aliyê têkiliyan ve zemîneke baş heye û şensê Kurdan heye ku vê zemînê baş binirxîne.