Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Soro Amed ragihand 15’ê Tîrmehê li du navçeyên Izmîrê du wesayitên ‘sîxûr’ û ‘faşîstên destekarên AKP’ê’ şewitandine.
Di daxuyaniya niviskî de hate gotin wesayiteke lûks bi plakaya “06 BFT 124” ya O.Ç ê ‘sîxûr’ hatiye şewitandin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed ragihand kesê navborî, ”li herêma Mêrdînê bi dewleta Tirk a dagirker re dixebite û sîxûriyê dike.”
Li gorî eynî daxuyaniyê li navçeya Alîaga jî wesayiteke bi plakaya 35 FB 764 ya kesekî ku ‘destekarê AKP’ê ya faşîst e” hatiye şewitandin.
Yekîneya Tolhildanê ragihand li dijî, hevkar, noker û sîxûrên dagirkerên Tirk ew ê li her deverê çalakiyên xwe bidomînin.