Supay Pasdaran a Îranê bi îdiaya teqbîqata leşkerî çiyayê Şaho topbaran dike. Ji ber topbaranê şewat derket. Herwiha herêm ji hatinûçûna mirovan re hatiye qedexekirin.

Supay Pasdaran ji berî çend rojan li Kele ve hate Tene û Kosalen a ser bi herêma Hewreman a Parêzgeha Sine bi hînceta tetbîqata leşkerî dest bi operasyonê kirîbû.
Çavkaniyên xwecihî yên li qûntara Çiyayê Şaho ji Rojnews re ragihandin ku topbaran û bombebarana Supay Pasdaran bi piştgiriya helîkopter û balafirên bêpîlot didome.
Li gorî heman çavkaniyan, ji ber topbaran û bombebaranê li Çiyayê Şaho şewat derketiye û hatinûçûna li çiya hatiye qedexekirin. Welatî nikarin biçin şewatê vemirînin.
Kenala televîzyonê ya hundirîn a Sine ku kanalekî girêdayî hikûmeta Îranê ye, vê operasyonê bi tetbîqata leşkerî bi nav dike. Lê, Supay Pasdaran rasterast qadên gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) hedef digre.