Piştî muzakereyên 4 rojan ên li ser rizgarkirina ji krîza ekonomîk a ku Yekîtiya Ewropayê jî di nav de bû, vê sibehê hate diyarkirin ku lihevkirin çêbûye.
Ji bo têkoşîna li dijî krîza ekonomîk a ji ber şewba Covîd-19’ê welatên Yekîtiya Ewropayê bi mehan nîqaş dikir. Ji bo plana ku wê di 6 salan de 1,9 milyar eûro were rizgarkirin, ji roja Înê û vir ve muzakere dihate kirin. Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Mîchel diyar kir ku lihevkirin çêbûye.
Di destpêkê de fona bi qasî 750 milyar eûro hatibû guhertin. Piştî muzakereyan li hev kirin ku kîjan welat sûdê ji vê werbigire wê ev bibe subvansiyoa deynê hevpar ê welatan a biqasî 390 milyar eûro.
Krediya ku wê welat sûdê jê werbigirin jî ji 250 milyaran bû 360 milyar eûro
Plana rizgariyê ya ji bo salên 2021-2027 jî wê bibe bi qasî trilyonek û 74 milyar eûro.
Nîqaşên li ser plana rizgariyê ya ku welatên Yekîtiya Ewropayê bi mehan e didomiya. Bankaya Navendî ya Ewropayê (BCE) dixwest bernameya firotina deynan a ji bo banka û şîrketan têxe meriyetê. Di vê çarçoveyê de heta sala 2021 wê bi qasî trilyonek û 350 milyar dolar piştgirî were dayin.
Serokê BCE’yê Chrîstîne Lagarde hefteya borî axivîbû û bang kiribû ku divê welatên YE bi lezgînî biryara plana rizgariyê ya bi qasî 750 milyar eûroyan pesend bike.
Serokê Konseya YE Charles Mîchel li ser twîtterê nivîsand, “Deal (lihevkirin)” û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî diyar kir ku ev peymaneke girîng e.
Serokwezîrê Belçîkayê Sophîe Wîlmes jî diyar kir ku pêkanîna vê lihevkirinê serkeftineke mezin e.