Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf piştî serdana Bexdadê çû serdana Hewlêrê. Hate diyarkirin ku armanca van serdanan hevkariya herêmî ye. Wezîrê Petrolê yê Îranê jî got ku “Tu welat xwe nêzî hevkariya welat nake.”

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf piştî demeke dirêj çû serdana Bexdadê ya ku paytexta Iraqê ye û piştre jî çû serdana Hewlêrê. Zarîf di van serdanan de bi serokkomarê nû Mûstafa Kazimî, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Berpirsê Tûgayên Bedirê û Koalîsyona Fetîhê Hadî Amirî yê ku pişta Îranê digire jî tê de bi gelek kesan civiya.

Zarîf piştî serdana Bexdadê çû Hewlêrê. Alîkarê Serokê Herêmî Cafer şeyd Mûstefa û Berpirsê Karên Derve yên PDK’ê Sefîn Dîzaî çûn pêşwaziya Zarîf. Zarîf bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiya. Dema ku Zarîf li Bexdadê bi rayedaran civiya li eywana civînê alaya Îranê nehatibû daliqandin lê li di serdana Hewlêrê de ala hate daliqandin.

Di daxuyaniyên piştî hevdîtinan de hate diyarkirin ku derbarê ekonomî û geşedana yekîtiya kar a bazirganî de axivîne û di van waran de hin peyman hatine çêkirin.

WEZÎRÊ PETROLÊ TU WELAT XWE NÊZÎ HEVKARIYÊ NAKE

Piştî serdana Zarîf a Iraqê du roj şûnde Wezîrê Petrolê yê Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku tu welat xwe nêzî peymana bi wan re nake.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp di 8’ê Gulana 2018’an de diyar kiribû wan xwe ji peymana nukleer vekişandine û li dijî Îranê pakête zextan dabûn destpêkirin.

Pakêta zextan a ku DYE li dijî Îranê kiriye jî piştî 6 mehan di 5’ê Mijdara 2018’an de hatibû destpêkirin û li ser firotina petrolê ya ku debara mezin a Îranê li ser wê ye, zextên mezin hatibû kirin.