Alîkarê Berê yê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Cemal Eldîn Beyyûnî diyar kir, ku welatê wan nikare li rewşa li Lîbyayê temaşe bike û got, “Dewleta Tirk gelekî bêexlaq e û armanca xwe dagirkerî ye.”
Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Misrê û Sefîrê Bilind Cemal Eldîn Beyyûnî wezîfeya alîkariya Serokê Yekîtiya Ereb Ahmed Ebûlxeyt meşand. Beyyûnî rewşa dawî ya li Misr û Lîbyayê, her wiha helwesta dewleta Tirk û ya cîhanê ji ANF’ê re nirxand.
Beyyûnî diyar kir ku Misr wê li pêşberî bûyerên diqewimin bêdeng nemîne û got, “Mafê me yê herî xwezayî ye ku 2 milyon welatiyên xwe yên li Lîbyayê biparêzin.”
Rûspiyên eşîr û şêxên li Lîbyayê ji Parlamenta Lîbyayê û artêşa Misrê xwestin ku rewşê binirxînin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Madeyên 1’emîn û 50’î yên hevpeymana Neteweyên Yekbûyî, mafê xweparastinê nas dike. Dibe ku hinek derbikevin û bêjin ku ev mijar ji bo ewlekariya sînoran derbasdar e, lê belê niha zêdetirî 2 mîlyon Misrî li Lîbyayê ne û pêwîste mirov bizane ku mafê Misrê heye parastina 2 mîlyon welatiyên xwe yên li Lîbyayê bike û vê li bendê nemîne ku ew gef bigihîje sînorê Misrê.
Tirkiye ji bo bikeve herêmê yekan e karta di destê de Birayê Misilman e. Di heman demê de kartên Tirkiyê her roj eşkere dibin û dişewitin. Her wiha rûyê wê yê qirêj û kirêt ê li hemberî welatan eşkere dibe. Di heman demê de li Urdûnê jî derbarê wê mijarê de biryarek hate girtin, lê divê karekî hevbeş û mezin û ne ferdî were kirin.
Serac li ser mijara parastina hevbeş bi Tirkiyê re hevdîtin û peymanek çêkir. Eger ku ew rast be tê wê watê ku bi rêya anîna çeteyên li Sûriyê û li cihên din pêk were. Di rastiyê de ew serdana serok eşîr û mezinên Lîbyayê karekî baş e. Li ser gelek mijaran axivîn û destûr dan serokê Misrê ku mudaxele bike. Li beramberî wan hemû gefên li ser Misrê û çarçoveya zagona navdewletî ya NY’ê jî mafê me ye ku em parastina xwe bikîn. Tê bîra min ku Brîtanya bi hinceta ku welatiyeke wê hatiye kuştin, bi qasî 70 salî Misir dagir kir. Ew welatî bi xwe jî welatiyê Maltayê bû. Ev sedemeke ku yekser hişt Brîtanya Misrê dagir bike û keştiyên Îngilîzî derbasî bajarê Iskenderiyê bibin.
Gelo niha jî 2 mîlyon welatiyê Misrê li Lîbyayê hene; mafê Misrê heye ku mudaxele bike û wana biparêze? Lê bi taybetî kuştina hovane ya 23 Misriyên File yên li Lîbyayê sedema bingehîn a mudaxeleyê bû. Gelo ma ya herî xeter jî ne ew bû ku artêşeke biyanî were vê derê?
Mafê Misrê heye ku di dema guncav de mudaxele bike. Me di wê derbarê de sê peyam dan. Peyama yekemîn di axavtina serok Sîsî ya li baregeha serokê berê Muhemed Necîb de pêşkêş kirî, dema ku gotibû ‘xwe amade bikin’ da. Di rastiyê de piştî wê axaftinê gelek kesan pirs kir ku bi rastî jî Misir amade ye û balafirên wê dikarin bigihîjin cihê pêwîst? Peyama duyemîn jî dema tetbîqata leşkerî ya ku me şopandiye hat dayîn. Çawa ku balafir li esman xwe ji bo tişta pêwîst amade dike, her wiha çawa ku me suprîzên leşkerî û amadekariyên çekên RPG ya li ser milan dît û me gelek tişt dîtin. Tiştên ku nayên zanîn jî hê mezintir in. Ew yek tenê kêmek ji derfetên Misrê ye ku raber kir da ku bêhnekê bi welatiyên xwe bide standin. Ya dîtir jî ji bo derve ku her kes jî fêhm bike ango ev meseleya ne tenê keştî û lîstokek e. Peyama sêyemîn jî di axaftina Wezîrê Karê Devrê Samîh Şukrî ya li Encumena Ewlekariyê ku bi rêya telekonferansê tevlî bibû de hate dayîn. Ger ku mirov wê bixwîne wê bibîne ku Misir hişyariyê dide hêzên biyanî û çeteyan. Bi taybetî Misir, Tirkiyê û tevahî welatên Deryaya Sipî li gel Yekîtiya Ewropayê tifaqa wan a hevbeş heye ku têde tekez dikin ku li beramberî tawanan mîna teror, çûyîna ne rewa ya koçberan û gendeliyê bi awayekî rêkûpêk rawestin û hevbeş bixebitin. Lê niha Tirkiye bi ketina xwe ya Lîbyayê 4 tawanan pêk tîne.
Gelo ev tê wateya ku Misir wê dest li Lîbya werde, ji bo parastina ewlehiya niştimanî û parastina ewlekariya Lîbyayê? Me ev yek di gelek peyamên Misrê de dît.
Di rastiyê de Tirkiye helwesta xwe bi rengekî bê exlaq raber dike, mijara Birayên Misilman jî gelekî metirsîdar e. Li Misrê em li dijî wan sekinîn û me pişta wan şkand. Em ê wana çavdêrî bikin û hemû planên wan jî kifş bik,n. Niha em vê pêk tînin. Vê gavê Birayên Misilman li Tunisê jî bi ruxandinê re rûbirû ne. Em wan hemûyan dibînin. Li Urdûnê Birayên Misilman wek rêxistineke ne yasayî qebûl kirin.
Mirov dikare bibêje ku li gorî plana Tirkiye daniyî, berbiçave ku Tirkiye hewl dide Lîbyayê dagir bike?
Rast e, ji me re niha eşkere bûye ku dixwaze sedsalî li wê derê bimîne. Wezîrê Parastinê yê Erdogan bi xwe ev yek gotiye û dibêje; ‘ew xaka me bû ku we dagirkiriye.’ Başe ger dixwaze dagir bike çima naçe Awusturya û Mecaristanê. Ev hemû dide diyarkirin ku xwestekên wê berbiçavin, dixwaze desteser bikin û çavbirsîtiya wê dide diyarkirin.
Heta niha jî Tirkiye belgeyan hildigre û wek belgeyên Exwanê Lîbya û Exwanê Misrê ya li Tirkiyê ye ku helwestên wan û sekna wan a li dijî welatê li gel dijmin çawa bûye? Çawa Misir li gel wan tehemûl dike, Tirkiye bi taybet van belgeyan bikartîne ji bo bi zorê bandorê li welatan bike.
Erê ev tabûra 5’an e, di vê mijarê de ev şer ne hêsane, li beramberî tabûra 5’an a ku xwe xistiye nava civakê, ev jî ji artêşê û çetan xirabtir e, li ser me û mijara terorîstan û terorê li beramberî her kesî ye û her kes wê qebûl nake. Ev rêxistin heya niha jî di nava civakê de ye û gelek endamên wê di nava civakê de hene. Pir zehmete ku ev kesane bi deqeyekê werin diyarkirin, ev jî tişta herî xetere di vê meselê de. Lê belê hemû planên wê bi berdewamî di bin çavdêriyê de ne û pêwîste berdewam jî bike. Tirkiye ji wê bêhtir ji derveyî Lîbya hebûna leşkerî û axa Suriyê û Iraqê dagir dike û di vê de berdewam dike.
Tirkiye ji aliyekî ve Iraqê, li aliyê din jî bi hincetnîşandana Kurdan xaka Sûriyeyê dagir dike. Herî dawî çeteyên xwe ji bo dagirkeriyê şand Lîbyayê. Ev yek bi rengekî eşkere, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye, lê belê kes li ber ranabe?
Ev dijminahiyeke berbiçave û Erdogan jî dixwaze împaratoriya xwe ya derbasbûyî vegerîne û dixwaze Bakurê Iraqê dagir bike û Suriyê dagir dike. Ez dixwazim ku hişyariyekê bidim, Tirkiye van guhertinên dawî ji xwe re weke fersendekê dibîne û dixwaze Suriyê dagir bike. Lîwaya Îskenderon a ku wê demê paytexta wê Mêrsîn bû, di dema ku ez li wezareta karê derve bûm, wexta ku yekîtiya me bi Suriyê re hebû me navê vê herêmê kiribû El Slîb. Ew axa Suriyê ye, Tirkiye piştî şerê cîhanê yê duyemîn vê derê dagir dike.
Erê me hemû rêyên aşitiyane û sivîl bi kar danîn û em niha jî li hemû deriyên ewlekariya giştî digerin, lê ev hewildanên dawiyê ku me behs kirin, Fransa jî alîkariya me dike û bi taybet Serokê Fransayê Emanûel Macron gef xwar û got; ‘ev karê ku Tirkiye dike li dijî NATO’yê ye’ û Elmanya, Îtalya, Yewnan û Qibris wan hemû jî heman gazincan ji Tirkiyê dikin û tê gotin ku rayedarên Ewropî jî lêkolîn dikin ku bi çi şêweyî cezayên mîna cezayên aborî û hwd bidin Tirkiyê. Ev hemû hewildan jî ne xirabin.
Gelo nêrîna wan a li beramberî Tirkiyê ya di derbarê NATO de weke statuyeke di navbera welatên Ewropa de hatiye guhertin çi ne?
Me destpêkiriye ku em raya giştî ya cîhanê bidin qezenckirin û di destpêkê de, ya Ewropî û NATO jî ev berbiçave û em li bendêne ku weke Rûsya gelek welatên Ereb jî vê ragihînin. Heta helwesta Emerîka jî tê qebûlkirin, yanî ew Tirkiyê wekî xeta xwe ya yekê dibîne û li beramberî Rûsya bikartîne. Lê Emerîka jî dizane ku kes nikare derbasî Rojhilata Navîn bibe, bêyî ku ewlekariya Misrê berbiçav bigre, ev jî di rojên Eisenhower û Ebdul Nasir û Emerîka li Misrê weke kûrahiya xwe ya nîştîmanî didît.
Helwesta Emerîka tu çawa dibînî?
Li dewletên Kendavê tê xuyakirin ku ew hindek komployên Tirkiyê fêm dikin.
Helwestên dewletên Ereb li beramberî Tirkiye ya ku di xwaze Împaratorî û dewleta Osmaniya vegerîne ser herêmê bi çi şêweyî ye?
Erê, Qatar di serê lîstê de ye ku li gel Tirkan disekinin û nêrînên Tirkiyê dipejirînin. Li pişt vê gelek welat û pêkhateyên welatan û heqîqeta vê pêwîste bizanibin ku ev jî zanebûneke, ji dewletên Ereb re pêwîste. Yê ku metirsî û kurahiya vê projeya Tirkiyê nedîtine, bi taybet dewletên sînorê Lîbya wek Tunûs û Cezayir pêwîste ewana jî raste rast bi vê meselê re mijûl bibin û helwestên xwe bidin xuya kirin.
Siudî, Îmarat û Behrêyn di heman çerçevê de di vê mijarê de li gel Misrê ne. Van çar dewletan ambargo danîne ser Qeterê û Qeterê jî bi Tirkiyê re koalîsyon çêkiriye.