Salvegera 8’an a Şoreşa Rojava, li warê berxwedana hawirdorparêzan a Elmanyayê, li Daristana Hambachê hate pîrozkirin.
Komek ji aktîvîst û enternasynalîst, li Daristana Hambachê li hev kom bûn, hawirdorparêzên Elman bi salan e ji bo parastina vê daristanê li ber xwe didin. Aktîvîstan salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kirin. Aktîvîstan xwe gihandin berxwedêrên li Daristanê û qala şoreşa Rojava kirin ku sala 2012’an dest pê kir. Hawirdorparêzan jî tecrûbeyên xwe yên li ser berxwedana li daristanê parve kirin.
MODELA EKOLOJÎK A ROJAVA HATE SILAVKIRIN
Aktîvîstan diyar kirin ku Şoreşa Rojava ne tenê guherîna civakî kiriye, di heman demê de tevgereke hawirdorê ye û destnîşan kirin ku ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn modela civaka demokratîk ekolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Di çalakiyê de dayika aktîvîstekî Elman ê di dema berxwedana li daristanê de Îlona 2018’an jiyana xwe ji dest da Steffen Meyn û dayika şoreşgerekî enternasyonalîst ê tevlî Şoreşa Rojava bû, axivîn. Her wiha peyama bi deng a enternasyonalîstên li Rojava jî hate guhdarîkirin û konserek bi Kurdî hate dayin.
Di çalakiyê de alên YPG/YPJ û PKK’ê hatin hildan û pankarta bi nivîsa “Berxwedan jiyan e” hate hildan. Balkêş bû dema ku wêneyê enternasyonalîstên li Rojava şehîd bûn hatin hildan, helîkoptereke polîsan li qada çalakiyê digeriyan.