Meclîsa Kantona Efrînê ya li kantona Şehba bi boneya 20’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.
Daxuyaniya Meclîsa Kantona Efrînê bi sê zimanên erebî, kurdî û ingilîzî hatin xwendin. Di çalakiyê de bi dehan welatiyên Efrînê yên di kampa Serdem de û bi endamên saziyên sivîl û mamoste beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc ji komployê ew e ku çareseriya siyasî û demokrasî ji herêma Rojhilata Navîn ve were dûrxistin da ku hêzên hegomon dagirkeriya xwe li herêmê berdewam bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku faşista Tirkiyeyê hovîtiya xwe li dijî gelê Kurd didomîne û hewl dide demografiya herêmên Kurdan biguherîne.
Di daxuyaniyê de behsa bexwedana Serdemê ya herêma Efrînê hate kirin û got ku welatiyên Efrînê dê heta dawî berxwedana xwe bidomînin û got ku artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî welatiyên Efrînê bi hemû rêbazên qirêj didomînin û mal û milkên welatiyên Efrînê talan dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî biryarên konferansa rizgarkirina Efrînê hemû girêdestên kirîn û firotina mal û milkên welatiyan ji 18’ê adara 2018’an ve betal digirin dest.
Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van destdirêjiyên artêşa Tirk û komên çete li dijî herêma Efrînê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî hate şermezar kirin û wiha bi dawî kir: “Em soz didin gelê xwe ku heta ku herêma Efrînê rizgar dibe û Rêber Ocalan azad dibe dê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.”