Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin careke din serî li rayedaran dan. Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin.
Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15’ê Adara 2015’an û vir ve tenê 5’ê Hezîranê, 12’ê Tebaxa 2019’an û 2’ê Adara 2020’an, Hamîlî Yildirim î ji dema ku birine Îmraliyê û vir ve ji 15’ê Tîrmeha 2015’an ve tenê 5’ê Hezîranê û 12’ê Tebaxa 2019’an karîbûye hevdîtinê bi malbata xwe re bikin.