Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30ê TÎRMEHÊ 2020 PENCSEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Buroya Hiquq ya Sedsalê ji bo bal bikişînin, ser bêhiquqê û binpêkirina li Girtîgeha Imraliyê, serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa dan.

&- Li Heftanîn û Xakûrkê hêzên gerîlla dîsa darbeyên giran li artêşa Tirk dan, herî kêm 8 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

&-Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, doh sibehê gundiyên li Çiyayê Şekîfê ya Başûrê Kurdistanê bombardûman kirin, 5 kes birîndar kirin.

&- Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê, bi daxuyaniyê, Cejna Qurbanê ya cîhana Îslamê pîroz kir û got: Cejna Qurbanê bikin sedema mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.

&- Koordînasyona Koma Jinên Kurd KJKê, got, hemû jinên li Îranê girtî ne, divê werin berdan