Şemiyê li gelek herêmên Israîlê Netanyahû hate şermezarkirin.

Çalakgerên ku bi sedema vîrûsa koronayê maske dabûne ber devê xwe, bi taybet li xaçerêk û piran komî ser hev bûn.

Li paytext Tel Avîvê bi sedan kes li dijî desteka darayî ya kêm a hikûmetê û li dijî bekariyê derketin kuçeyan.

Bi hezaran kes telvî çalakiya protestoyê ya li ber avahiya Serokwezîtitê ya Qudse kom bûn û xwestin ku Netanyahû îstîfa bike. Çalakî heta derengiya şevê li Qudsê dom kir û 12 kes hatin destgîrkirin.

Li bajarê Kayserya jî li ber avahiya taybet a Netanyahû çalakger komî ser hev bûn.

Li Israîlê pêla duyan a vîrûsê tê jiyîn, rêjeya bêkariyê 20 ji 100’î derbas kir, Sibatê 3,4 ji 100’î bû.

Van heftiyên dawî çalakiyên protestoyê zêde bûn. Çalakger ji ber gendelî, îstîsmarkirina baweriyê û dek û dolaban li dijî Netanyahû pir bihêrs in.