Bolsonaro ji xeynî gotinên xwe yên nijadperestî di têkoşîna li dijî şewba Covîd-19’ê de jî bi gotinên xwe yên li dijî zanistê wekî berpirsê mirina bi hezaran kesan tê naskirin.

Nêzî sed pîskopos û serpîskoposên pêşverû yên Konferansa Pîskoposên Neteweyî ya Brezîlyayê (CNBB) bi navê ‘Name ji gelên Xwedê re’ daxuyaniyek weşandin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayê Bolsonaro dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di ayînên Duşemê de wê li dijî polîtîkaya Bolsonaro were sekinandin. Hate diyarkirin ku heta îro bi hezaran rahîban jî piştgirî daxuyaniya hefteyek berê hate dayin.

Di daxuyaniyê de gotinên Bolsonaro yên li dijî zanistê bi zimanekî tund tê rexnekirin û balê dikişînin ser vî tiştî ku bi awayekî cîddî nêzî şewba Covîd-19’ê nabe. Peywirdarên dînî diyar kirin ku gotinên Bolsonaro li dijî prensîbên etîk û exlaqî ye.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku hikumet ji dêvila kargehên biçûk piştgiriyê dide şîrketên mezin, perwerdehiyê bê qîmet dike û paşverûtiyê derdixe pêş.

Tê payin ku CNBB sibê helwesta xwe ya fermî ya li dijî vê daxuyaniyê eşkere bike.

yên herî zêde hatine xwendin