DÊRAZOR – Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê di çarçoveya xebatên paqijkirina derdora bajaroka Sûsê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de depoyeke çek û cebilxane ya çeteyên DAIŞ‘ê dît.
Ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Ezam got: “Di çarçoveya pêşdeçûna me ya ber bi gundê El-Meraşdê de me dijmin şikandin, li wir me depoyeke çek û cebilxane ya DAIŞ‘ê dît.”
Ebû Ezam diyar kir ku çekên hatin desteserkirin “Bombe, guleyên RPG, topên hawn, doçka 12-7”
Şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Ezam destnîşan kir ku pêşdeçûna wan a ber bi bargeha dawîn a çeteyên DAIŞ‘ê berdewam e.