Lêkolîneke vê dawiye hate kirin nîşan dide ku texmînên Konseya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ji sala 2005’an ve li ser germahiya global dike û weke texmînên neyînî tên sûcdarkirin, nêzî rastiyê ne.

Panela Guhertina Avhewayê ya Navbera Hikumetan (IPCC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ku sala 1988’an ji bo şopandina guhertina avhewayê ya ji ber mirovan hate avakirin, ji ber texmînên xwe yên li ser germahiya global, salên dawî bi gotina ‘dibe sedema fikarên zêde’ dihate sûcdarkirin.

IPCC di texmîna xwe ya sala 2005’an de nirxê ‘senaryoya herî nebaş’ diyar kiribû. Ev senaryoya herî nebaş, dihate wateya zêdebûna germahiya global bi 5 pileyî li gorî sedsala 19’an.

Dihate îdîakirin ku ev texmîna IPCC şaş e.

Lê belê li gorî lêkolîneke ku li kovara zanistî ya Proceedings of the National Academy of Sciences hate weşandin, texmînên IPCC ên li ser belavkirina gaza serayê ku dibe sedema germahiya global nêzî rastiyê ne.

Lêkolîn ji aliyê zanyarên Woods Hole Research Center a Brîtanyayê ve hate kirin.