Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6ê TEBEXê 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Guhdarên hêja,
Emê bûltena Rojê epêşkêş bikin, lê di serî de çen sernûçeyên me

&-Rayedarên dewleta Tirk îro jî berisv nedana Parêzerên Rêberê Abdûllah Ocalan, û girtiyên din yên li Imraliyê û hevdîtina perêzeran bi muweîkê wan re asteng kirin.

&-Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku Hêzên Gerillar li Heftanînê li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan, bi giştî, 5 leşkerên dagirker hatin ceza kirin.

Hêzên Gerilayên HPG û YJA Starê, dîse li Heftanînê, devera Şeşdara li dijî leşkerên Tirk û kontrayên dagirker çalekî kirin, subayekî Artêşa Tirk jî di nav de, gelek kontra hatin ceza kirin.

&- Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem, diyar kir ku Tifaqa Kurd û Ereban wê karibe pêşiya dagirkeriya Dewleta Tirk bigire.

&- Polîsên dewleta Tirk, li Îzmîrê êrîşî meşa jinan kirin û 16 jin binvaç kirin.