Civîna awarte di dîroka 24 û 25’ê Îlonê de hatiye plankirin. Dîroka hatî diyarkirin dema ji aliyê hemû endaman ve guncaw bê dîtin, wê bi fermî were ragihandin.

Şert û merc guncaw bibin, rayedarên YE’yê wê bi awayek fizîkî tevlî civînê bibin.

Hemû mijarên krîza aborî yên ku ji serê derketina vîrûsa koronayê heta niha ne hatîn destgirtin, wê di rojeva vê civînê de bin.

Li gorî nûçeya AFP’ê ya ku çavkaniyên xwe ji dîplomatîk girtîn, Rayedarên Yekîtiya Ewropa wê di vê lûtkeyê de peywendiyên bi Çîn û Tirkiyê re bigrin dest.

Wê li dijî Çînê stratejiya aborî û siyasî bê diyarkirin. Ji berî ferzkirina yasaya ewlekariya Hong Kong a Çînê heta niha peywendiyên bi Pekînê re xirab bûye.

Mijar bingehîn a din wê Tirkiye be. Wê li ser polîtîkaya li dijî Tirkiyê tê tîdin rawestin.

Li gorî AFP’ê, wê Enqerê ji bo dawî li xebatên wan ên sontajê yên ne ji rêzê li qada deryayî ya Qibrisê û li gorî ambargoya çekan a li Lîbyayê tevbigere wê cezayan diyar bike.

Wê ji aliyê raydarên YE’yê ve binpêkirinên mafan ên li Tirkiyê û li ser biryara Ayasofya kirina mizgeftê nîqaş bikin.

Piştî derketina Kiralyeta Yekgirtî ji YE’yê, rewşa peywendiyan a bi vî welatî re, wê bingehek din ê rojevê çêbibe.