Li bajarê Le Havre yê li bakurrojavayê Fransayê, kesekî 34 salî saet di 16:45’an de li şaxê bankayekê 6 kes dîl girt. Hate ragihandin ku kesê navborî saet di 22’an de teslîm bûye. Dîlgirtiyan diyar kirin ku birîndar nebûne û kesê ew dîlgirtine jî “bi tenê” û “bi çek” bû.

Li gorî agahiyan, kesê navborî beriya niha ji ber pirsgirêkên derûnî hatibû dermankirin, berê jî sûcên wî yên “revandin”, “desteserkirin” û “hilgirtina çekê” hebû.

Pêwendiya bûyerê bi rêxistinên sûc re tê lêkolîn. Hatibû îdîa kirin, kesê ku piraniya wan xebatkarên bankayê 6 kes dîl girt, çalakî ji bo ‘Zarokên Filistînî’ kiriye û ‘selefî’ ye.