HDK jî di nav de 26 rêxistin xwedî li Peymana Stenbolê derketin û xwestin bi cih bê anîn.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî di nav de 26 rêxistinên civakî yên sivîl li ser Peymana Stenbolê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi sernavê “Peymana Stenbolê jiyanê diparêze” hate bikaranîn û hate gotin, “Eger Peymana Stenbolê bi cih hatibûya anîn, ji Çileya 2020’an ve 163 jin, ji Tîrmeha 2020’an ve 32 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve dibe ku nehatibûna kuştin. Tundiya polîsan a li dijî jinên ku di çarçoveya destûra bingehîn de daxwazên xwe tînin ziman, dewletê dike hevparê sûc. Li rê û rêbazên derketina ji peymana Stenbolê negerin, li rêyên bicihanîna wê bigerin.”

SAZIYÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ PEYMANÊ

Saziyên ku mohra xwe danîne binê peymanê wiha ne:

“Însiyatîfa Welatiyên Bodrûmê 2017, Hewldana 78’an, Komeleya Ocaxên Fikrê Elewî, Hewldana 78’an a Enqreyê, Hewldana Azadî ji Fikir re ya Enqereyê, Daktîlo 1984, Yekîtiya ji bo demokrasiyê, Komeleyên Elewiyan a Demokratîk, Komeleya Alimên Olî (DÎAYDER), Koma Diyalogê, Meclîsa Jinan a Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD), Platforma Komeleyên Rojhilat-Bakurrojhilat, Hewldana li dijî sûcê fikir, Komeleya şopandina ji bo mafên wekhev, Tevgera Baweriyê, Platforma Maf û Edaletê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Sendîkaya Lîstikvanan, Komeleya Lêkolînên Azadiyê, Komeleya Nivîskaran PEN; Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, SODEV, Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê, Komeleya Endamên Hîndekar ên Zanîngehê, Hewldana Welatiyan, Komeleya Welatiyan.”