Li ser avahiya rêxistina HDP ya navçeya Bakirkoyê êrîşeke faşîstî çêbû. Êrîşkar mikur hat ku AKP’yî ye.
Duh êvarê li hemberî avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşeke faşîstî pêk hat. Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de cam û deriyên avahiyê hatine şkandin, her wiha li ber deriyê avahiyê pîsatiya xwe kiriye. Têkildarê êrîşê kesê bi navê S.A hate destgîrkirin.
S.A ku rakirin Amîrtiya Polîsan a Kartaltepeyê û îfadeya wî hate girtin, tê payîn ku îro derxînin pêşberê dozgeriyê.
MIKUR HAT KU AKP’YÎ YE
S.A di îfadeya xwe ya emniyetê wiha got: “Ez piştgirî nadim HDP’ê. Her wiha min xwest ku bibim endamê AKP’ê, lê nehatim pejirandin. Dema min avahiya HDP’ê dît, min kevirên li erdê avêtin şûşeyên avahiyê. Polîs hat. Tiştên ku derbarê bûyerê bêjim ev qasin.”
VÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ WERE DAYÎN
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê diyar kir: “Duh êvarê nêzî saet 04:00’an avahiya me ya navçeya Bakirkoyê rastî êrîşê kesê/kesên faşîst hatiye. Bi taybetî çawa ku di pêvajoya dawî de li hemberî partiya me hewldanên hedef nîşandan û teşvîqkirina êrîşê zêde bûye, di encamê de partiya me rastî êrîşê hatiye, rêveberî û endamên wê diperitîne. Em bang li saziyên dewletê yên têkildar û hêzên demokrasiyê dikîn da ku berpirsiyartiyên xwe yên li hemberî wan êrîşên bêhişane bi cih bînin.”
Di daxuyaniyê de wan mijarane jî hatin destnîşankirin: “Çawa ku em ê li bermaberî ev êrîş û yên weke wê yên li hemberî partiya me ku temînatê demokrasî û aşitiya civakî ye tu carî nepejirînin û stûya xwe xar nekîn; divê bizanin ku ji wê pêvetir jî wê gav bi paş ve bi me nede avêtin. Bi minasebeta wê êrîşê îro di saet 14:00’an de vê li pêşiya avahiya navçeya Bakirkoyê daxuyaniyek ya çapemeniyê were dayîn.”