Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12ê TEBEXê 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00
Guhdarên hêja em ê bûltena xw epêşkş bikin, di serî de çend sernûçeyên me.
&- Parêzerên Rêber Abdulah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û daxwaz kirin ku biçin Giravê û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Ji parêzerên Buroya Hiqûq ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, diyar kir, ku rapora CPT piştrast kiriye ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, doh jî xwestin ku li Haftanînê pêş bikevin, lê hêzên Gerilla li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker xistin.
&- Çavkaniyên heêrmî ragihandin ku yekineyên taybet yên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Licê kemînan dideynin.
&- Têkildarî SÎHA yên dewleta Tirk ku li Kurdistanê komkujiyan dike, panelek onlîne hate pêkanîn.
Pisporên ku tevlî panelê bûn, diyar kirin ku Tirkiye bi SÎHA’yan ji hiqûqê navneteweyî bin pê dike.
&- Wezareta Karên Derve ya Iraqê, bi daxuyaniyek lezgîn serdana wezîrê karên parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar betal kir.