Li Taylandê pirsgirêk zêde dibin û tevgera alîgiriya demokrasiyê mezin dibe. Nêzî 10 hezar kes tevlî çalakiya vê roja Yekşemê ya xwendekaran lidarxistî bûn.

Ev çalakî ji derbeya leşkera ya 2014’an heta niha wekî çalakiya herî girîng hate destnîşankirin.

Di nava du hefteyan de destgîrkirina 3 çalakgeran rê li ber mezinbûna pirsgirêkan vekir. Çalakger bi kefaletî hatin berdan.

Ji meha derbazbûyî ve hema bêje rojane çalakî tên kirin. Di çalakiya xwendekarên Zanîngehê pêşengtî kirî de, daxwaza reforma monarşiya di nava bingehên desthilatê de bûyî tabûyek kirin.

Heman demê di çalakiyê de daxwaza îstifaya Serokwezîr Prayût Chan-O-Cha, fesîha Palementoyê û ji nû ve nivîsîna Makezagona 2017’an kirin. Makezagonna mijara gotinê di rewşa heyî de, ji aliyê hemû artêşê ve gelek mafên berfireh ên 2520 senatorên hatî hilbijartin nas dike.