Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17ê TEBEXê 2020 DUŞEM,
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00

Guhdarên hêja, em ê bûltena xwe pêşkêş bikin di serî de çend ser nûçeyên.

&-Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê, ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtina bi xizmên xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Navenda Ragihandina HPG’ê destnîşan kir ku, Gerillayên HPG û YJA Starê, li Berwarî 10 tîmên taybet yên kontrayên Artêşa Tirk ya dagirker ceza kirine.

&- Ji fermandarên YJA Starê Asrîn Cûdî diyar kir ku, mezintirîn têkoşîna jinê ya cîhanê niha li Rojhilata Navîn tê meşandin.

&- Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê (KMMK), ragihand ku doh jî, hêzên rejîma Îranê kolberek birîndar kirin û 3 kolber jî detsgîrkirin.

&- Li başûrê Kurdistanê 189 Kesayetên siyasî, rewşenbir, nivîskar û oldar ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar bikin xwestin li Kune Masî daxuyaniyekê bidin.