Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 18ê TEBEXê 2020 SÊŞEM,
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00
Guhdarên hêja, Emê bûltna xwe pêşkêş bikin û bêjin, êdî dem dema azadiya Rêber Ocalan e.
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku, sibe biçin Giravê û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.
&-Nobedarên vê hefteyê yên Ji Ocalan re azadî Kurdistaniyên bi navê Denîz Aydin, Selhettîn Ege û Mediye Xelîl ji Elmanya bajarê Oldenbûrgê ne.
&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dixin û li Çarçella jî helîkoptera Artêşa Tirk Skorsky hate xistin, Yek helikopter jî hate darbe kirin.
&- Hat diyar kirin ku li çoltera navçeya Wan Ebexê şer derket û cerdevanê bi navê Hakki Taş hate kuştin.
&- Fermandar û gerîlayên YJA Starê ruhê berxwedanê ya Cenga Heftanînê nirxandin û bi zimanekî hevbeş gotin: Rûmeta herî mezin sekna li dijî dagirkeriyê ye.
&- Nivîskar û rojnamevanê li Swêdê naskirî Jan Gûllîoû, diyar kir ku daxwaza Kurdan ya ji bo azadî û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ mafdar e.