Li gel zextên DYE’yê yên ji bo rawestandina bernameya balîstîk, dewleta Îranê du fuzeyên nû da nasandin.
Wezîr Amîr Hatemî got, “Fuzeya balîstîk a ku navê Qasim Silêmanî lê hatiye kirin digihêje 1.400 kîlometreyî, fuzeya bi navê Ebû Mehdî jî digihêje 1.000 kîlometreyî.”
Fermandarê Hêzên Qûdsê yê ser bi Mûxafizên Şoreşê yên Îranê Kasim Silêmanî û şefê hêza milîs a Iraqî Ebû Mehdî El Muhendîs meha Çileyê li Bexdayê di êrişa DYE’yê de hatibûn kuştin.