Hewldana DYE’yê ya ji bo jinûve ferzkirina pêkanînan li ser Îranê, piştgirî ji welatên Ewropayê wernegirt.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ketibû nava hewldanan û ragihandibû ku mekanîzmaya bi navê ‘snapback’ xistiye meriyetê ku ev mekanîzma di peymana nukleerê ya sala 2015’an de bi Îranê re hatibû îmzekirin, hatibû diyarkirin. DYE bi navê ‘Yek ji welatên mohra xwe daniye binê peymana 2015’an dixwaze pêkanînên navneteweyî li dijî Îranê ji nû ve bixe meriyetê. Lê belê ev daxwaza DYE’yê ji aliyê hiqûqî ve cihê nîqaşê ye.
Ji welatên din ên ku mohra xwe danîne binê peymanê; Elmanya, Fransa û Brîtanya Mezin bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku wê piştgiriyê nedin hewldana ji bo jinûve ferzkirina pêkanînan li ser Îranê. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku DYE sala 2018’an bi biryareke JCPoA ya Donald Trûmp xwe ji peymana 2015’an vekişandiye û hate destnîşankirin, ku erka DYE’yê nîne ku mekanîzmaya bi navê snapbackê bixe meriyetê.
Li gorî peymana navbera Îranê û DYE, Rûsya, Çîn, Elmanya, Brîtanya û Fransayê, ku sala 2015’an hate mohrkirin, di berdêla ku Îran navendên xwe yên enerjiya nukleerê ji kontrola çavdêrên navneteweyî re veke, pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê bên rakirin. Serokê DYE’yê Donald Trûmp jî sala 2018’an ragihand ku wan xwe ji peymanê vekişandine û pêkanînên li ser Îranê ji nû ve dane destpêkirin.
Serlêdana rêveberiya DYE’yê ya doh a li KENY xwe dispêre xaleke di peymanê de cih digire.