Parlamentera Iraqê Yûsra Receb êrişa hêzên asayîşê ya li dijî xwepêşandêrên li Zaxoyê şermezar kir û daxwaz ji Serokatiya Parlamentê kir ku li ser mijarê civîneke awarte pêk bîne.

Endama Parlamenta Iraqê Yûsra Receb, biryara rêveberiya herêmî ya ku destûrê dide derbasbûna balhilgirên ji Tirkiyeyê, destwerdana asayîşê ya li xwepêşandêrên li Zaxoyê xiste rojeva parlamentê.

Parlamenter Yûsra Receb êrişên hêzên asayîşa Zaxoyê ya li xwepêşandêran şermezar kir û ji Serokatiya Parlamenta Iraqê xwest, ku têkildarî mijarê civîneke awarte li dar bixe.

Şêniyên navçeya Zaxo ya Dihokê, pêr ji ber biryara rêveberiya Herêma Kurdistanê ku pêşî li derbasbûna barhilgirên Tirkiyeyê vedike, xwepêşandana şermezarkirinê li dar xistibûn.

Xwepêşandêran diyar kirin ku ev biryar dibe sedem ku bi hezaran ajokarên Herêma Kurdistanê bêkar bimîne û ji hikumeta herêmê xwest ku biryarê betal bike.

Lê belê asayîşa Zaxoyê bi tundî dest li xwepêşandêran werdan û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, biryar hatibû dayîn barhilgirên Tirkiyeyê rasterast nekevin Herêma Kurdistanê.

Tevî ku li Tirkiyeyê vîrûsa korona belavtir bûye û li Herêma Kurdistanê jî hîn qedexeya di navbera parêzgehan de berdewame, lê ji berî çend rojan biryar hate dayîn ku şofêr û barhilgirên Tirkiyeyê rasterast derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Lê, rê nayê dayîn şofên Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibin.