Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21ê TEBEXê 2020 ÎN,
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00
Guhdarên hêja, Em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me
û dibêjin, dem dema azadiya Rêber Ocalan e.
&- Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên Li Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û daxwaz kirin ku biçin Imrlaî û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.
&- Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik diyar kir ku pergala tecrîda li Imrlaiyê li tevahiya welat bela bûye.
&- Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayip Temel, diyar kir ku pergala tecrîdê li hemû Tirkiyê belav bûye û xwest hemû hêzên demokrasiyê li dijî şer û tecrîdê bibin yek.
&- Leşkerên arteşa Tirk ya dagirker, li Heftanînê xwestin bi dizî bikevin gelîyê Pîrbûla, lê rastî berxwedana hêzên Gerîlla hatin û darbeyên mezin xwarin.
&- Ciwanê Ereb Demhat, di Cenga Heftanînê de di refên herî pêş de cih digire dibêje; Dewleta Tirk bi êîrîşên li Heftanînê planê dagirkirina Başûr, Iraq û tevahiya herêmê kiriye pratîkê.
&- Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, ji bo gotina “ez ê mizgînî bidim” ya Erdogan got: Mizgîniya herî mezin ku tu bidî, çûna te ya ji desthilatdariyê ye.