DYE ji bo ku nahêlin mekanîzmaya ambargoya navnetewî ya li ser Îranê bi cih were Fransa, Brîtanya û Çîn sûcdar kir û got ev welat ‘peywira xwe bi cih nayînin.”
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) têkilî kontrolkirina bernameya nukleer a Îranê xwe spartibû ser Peymana Wiyaneyê ya 2015’an û bi asta Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hewl dabû. Welatên din destek neabûna rêveberiya Washîntonê ku serî li mekanîzmaya ‘sanpback’ê dabû, ku ev mekanîzma di nav peymanê de hebû û li gorî vê heke Îran berpirsyariyên xwe bi cih neyîne wê ambargoya navnetewî li ser bihata danîn.
DYE ya ku 2018’an ji peymanê vekişiyabû û Brîtanyaya Mezin, Fransa, Çîn, Rûsya û Elmanyayê jî peyman îmze kiribûn, li gorî peymanê daxwaza ambargoyê kiribû lê ev nehatibû qebûlkirin.
HOOK: HEWCEYÎ PÊ NÎNE KU EM JI KESÎ DESTÛRÊ BIXWAZIN!
Têkilî mijarê Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê Îranê Brîan Hook welatên ku destek nedana helkefta wan a bi asta KENY’yê sûcdar kir, nexasim Brîtanya, Fransa û Çîn kire hedef û got, van welatan ”peywira xwe cih neanîne”. Hook her wiha diyar kir, ”ji bo ku Snapback were sazkirin hewceyî pê nîne ku em ji kesî destûrê bixwazin” û îdîa kir Îranê angajmanên li ser mijara nukleer bi cih neaniye. Hook got ji ber vê jî şert hene ku mekanîzmaya ‘snapback’ê were sazkirin.
Hook her wiha diyar kir ambargoya firotina çekan a li ser Îranê di nêz de wê biqede û got, ”Çîn, Rûsya, Fransa û Brîtanyayê biryar li ser dane ku dîtina Konseya Hevkariya Kendavê jinedîtî ve bên, ev welat welatên ‘herî pir nêzî talokeyê ne.”
Hook got li gel helwesta çar welatan jî ku li KENY’yê bi heqê vetokirinê ne mekanîzmaya snapbackê wê nikaribe were blokekirin û li dawiya roja 30’î ew ê ambargoyan dîsa sazkar bikin.
Wezîrê Karûbarê Derve yê Emerîkayê Mîke Pompeo jî got ji bo ambargoya firotina çekan a li ser Îranê ya ku wê 18’ê Cotmehê biqede bidomînin tişta ku ji dest wan wê texsîr nekin. Pompeo ji Fox Newsê re axivî û got ji bo ku ew êmin bin ku Çînî, Rûs çekên ku gefê pê li wan bixun nedin îranê her derfetî ew ê bi kar bînin.