Li Gîresûnê, hejmara mirovên ji ber felaketa lehiyê jiyana xwe ji dest dane bû 7 kes.

Li Gîresûnê, ji ber Santralên Hîdroelektrîkê (HES), kanên kevir û avaniya li derdora çem, baran bû sedema lehî û hezazê.

Li Dogankent, Derelî û Yaglidereyê 17 avahî hilweşiyan, xisar li 361 avahiyan bû.

Hejmara kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 7 kesî. 9 kes jî hîn winda ne.