Nobedarên hefteya 427’an jinên Kurd ên Êzidî ne. Endamên SMJÊ ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) tê meşandin. Nûrê Alkiş, Zero Al, Cîhan Hewran, Fîkriye Ferho û Gule Kûrt nobeda vê hefteyê ji nobedarên hefteya derbasbûyî yên ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê dewr wergirtin.

LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ PEYAMA YEKÎTIYÊ

Fîkriye Ferho li ser navê komê axivî û destnîşan kir, ku li dijî polîtîkayên komkujiyê divê gelê Kurd bibe yek. Ferho anî ziman ku bûyerên diqewimin ne tenê ji bo Kurdên Êzidî, lê belê ji bo Kurdan hemûyan fermana 74’an e. Ferho destnîşan kir ku bi helwesteke hevpar ew dikarin li ber zîhniyeta tunekirinê rabin.

Fîkriye Ferho bal kişand ser zilm, sirgûn û komkujiya ku li gelê Kurd tê ferzkirin û got, “Li dijî bangên Rêberê me yên ji bo jiyaneke bi aştiyane, her roj bi êşkence û zilmê bersivê didin.”

Ferho anî ziman ku herî zêde divê dayik li ber polîtîkayên komkujiyê rabin û got, “Dem hatiye ku gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe û şehîdên xwe derkevin.”

ERK Û WEZÎFEYÊN KONSEYA EWROPAYÊ Û CPT LI BÎRA WAN HATE XISTIN

Jinên ji SMJÊ bang li Konseya Ewropayê û Saziya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bêdengiya li pêşberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya hevkariya sûcê polîtîkayên komkujiya jinan.

Endamên SMJÊ destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan garantiya jiyana aştiyane, azad û bi hev re ya gelên li Rojhilata Navîn hemûyan e.

SAZIYÊN JINÊN KURD BI KOMÊN XWESER TEVLÎ DIBIN

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan’ re ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kiribû. Heta niha bi sedan endam û rêveberên saziyên Kurdan ên li Ewropayê tevlî çalakiyê bûne û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebitîne. Di nava 427 hefteyan de nêzî 2 hezar kes tevlî nobedê bûn ku piraniya komên beşdar ji jinan pêk dihatin. Saziyên jinên Kurd her wiha bi komên xwe yên xweser jî tevlî çalakiyê bûn.