Çeteyên DAÎŞ’ê doh bi şev êrişî herêma Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê kirin. Di encamê de 4 polîsên Iraqê hatin kuştin. Her wiha ji gundekî heman herêmê 3 ciwan hatin revandin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, çeteyên DAÎŞ’ê doh bi şev êriş birin ser polîsên federal ên Iraqê yên li herêma Çupxan a ser bi navçeya Xaneqînê.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê li ser mijarê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişê de 4 polîsên federal jiyana xwe ji dest dane, 4 jî birîndar bûne.
Çeteyên DAÎŞ’ê heman şevê avêtin ser gundê Sefsafe yê li bakurê bajarokê Qeretepe yê navçeya Xaneqînê.
Hate ragihandin ku çeteyan ji nava gund 3 ciwan renvadine û gundiyek jî birîndar kiriye.