Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parêzer 99 car in serî li rayedaran didin, lê belê heta niha bersiv wernegirtine.